Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firotina Xanîyan li Amerîka Zêde Dibe


Firotina xanîyan li Amerîka li meha Îlonê geheşte asta herî bilind pirtir ji du salan vir ve.

Raporta Çarşemê ya Wezareta Bazirganîyê dibêje, hejmara firotina xanîyan li gorî meha çûyî dora 6 ji sedê û li gorî sala borî jî 27 ji sedê zêde bû.

Pispor dibêjin, jiber ku rêjeya deyna bo kirîna xanîyan bi awayekî rekorî nizm e û nîfûs jî berdewam zêde dibe, rêjeya firotina xanîyan bilind dibe.

Kêşeyên mezin yên sektora kirîn-firotina xanîyan roleke serekî di yek jî xirabtirîn krîza aborî ya vî welatî de lîstîbû.
XS
SM
MD
LG