Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarên Seroktîyê li Eyaletên Destguhertok Kempeynê Dikin


Serokê Amerîka Barack Obama
Serokê Amerîka Barack Obama
Serokê Amerîka Barack Obama dest bi kempeyna xwe ya du rojan ya Iowa kir ku wekî eyaletên destguhertok (swing states) ya qada şer e.

Birêz Obama di civîneke girseyî de li bajarê Davenport got, hevrikê wî Romney, bi gotina wî, nexweşîya, “Romnesia” belav dike da ku gelê Amerîkî pê nehese ku wî di gelek mijarên girîng de nêrînên xwe guhertine.

Serok Obama got, ew dê pêgirîya bi wan polîtîkayan bike ku welêt pêşve dibe û ji vê “serûberîya” krîza aborî rizgar bike.

Serok Barack Obama herwiha serdana wîlayetên destguhertok yên Colorado, Nevada, Florida, Virginia, Ohio û Illinois jî bike.

Hevdem, berbijarê Komarî Mitt Romney jî li wîlayetên Nevada û Iowa çend mîtîng pêk anîn, berî ku roja Pêncşemê derbazî eyaleta Ohio ya pir girîng bibe.
XS
SM
MD
LG