Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Biryara Agirbestê Îro Radigihîne


Tê çaverê kirin ku hikûmeta Sûrî îro Pêncşemê biryara xwe ya ser agirbestê dîyar bike k user xatirê Eyda Qurbanê tê kirin.

Wezareta Derve roja Çarşemê ragihandibû ku ew hîn jî pêdaçûnê li ser agirbestê dike da ku biryar bide wê beştarî li sekinandina şer bike yan ne.

Nûnere navnetewî Lexder Brahîmî jî daxuyanîyek dabû û ragihandibû ku hîn grubên serhilda yên dijî Beşar Esed qayil bûn ku li seranser Eyda Qurbanê şer û pevçûnan rawestînin.

Dû re, Brehîmî ji Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî re got ku çaresîyereke lez û bez ji ji kêşeya Sûrî re tune ye. Wî hişyarî da ku eger ev hewil jî pûç be, tundûtûjî wê xirabtir be û şerê heyî dikare bigeheje welatên din yên herêmê jî.
XS
SM
MD
LG