Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirtir ji 100 Kesan di Pevçûnên Nîjadî de li Burma'yê Hatine Kuştin


Şefîqa Belkom a 25 salî Misilmaneke Burmayî ye, li ber avahîya Xaça Sor e. Cotmeh 14, 2012.
Şefîqa Belkom a 25 salî Misilmaneke Burmayî ye, li ber avahîya Xaça Sor e. Cotmeh 14, 2012.
Karbidestên Burmayî dibêjin, hejmara qurbanîyên ku di tundîya etnîkî de li eyaleta Rakhine hatine kuştin, ji 100 kesan borîye.

Berdevkê hikûmeta Rakhine Win Myaing îro Înîyê got, 112 kes di encama tundûtîjîya Rohingya Misilman û civakên Budîst yên Rakhine hatine kuştin.

Win Myaing herwiha ragihand ku pirtir ji 70 kesên din jî di wan şer û pevçûnan de birîndar bûn.

Berdevkê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon do Pêncşemê daxuyanîyek weşand û bal kişand ku grubên çekdar belavbûna bêbawerîyê li nav du civakan li gorî berjewendîya xwe bikar tînin.

Wî got, ew grubên çekdar hewil didin ku pirtir kes werine kuştin, gelek malbat ji cîh û warên xwe bêne dûr xistin, zîyanê maddî pêk were û tirs û nefret li nav civakê belav be.

Daxuyanîya Neteweyên Yekbûyî bang li karbidestên Burmayî kir ku êrîşên hovane bîne bin kontrola xwe û dawî li gefên tundrê bîne.
XS
SM
MD
LG