Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahoza Sandy Kempeynên Hilbijartinê li Amerîka Radiwestîne


Çend kempeynên serokatîya Amerîka jiber bahoza bi navê Sandy betal kirin.

Berbijarê Komarî Mitt Romney û Cîgirê Serok Obama Joe Biden du helkeftên kempeynê li devera Virginia Beach li wîlayeta Vigrinia rawestandine, li dema ku bahoz nêzîkî berava rojhilata Amerîkayê dibe. Biden kombûna xwe ya Şemîyê li wê deverê betal kir û Romney jî serdana xwe ya roja Yekşemê li heman deverê rawestand.

Serokê Amerîkî Barack Obama jî bû yekem serokê Amerîkayê ku di dengdaneke pêşwext de ya hilbijartinên serokatîyê deng dide. Birêz Obama destpêka hefteyê li bajarê xwe Chicago li wîlayeta Illinois deng dide.

Bahoza Sandy bi nêzîkahî ji alî karbidestên hilbijartinê yên Amerîkî ve tê şopandin, jiber ku dikare bibe asteng li ber dengdana pêşwext ku li çend wîlayetan pêk tê.
XS
SM
MD
LG