Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Balafirên Rejîmê Derdora Şamê Topbaran Dikin


Avahîyeke bajarê Îrbîn ku ji layê balafirên rejîmê ve hate wêrankirin.
Çalakvanên Sûrî dibêjin ku balafirên hikûmeta Beşar El Esed bingehên opozisyonê li derdora Şamê topbaran kirin.

Rêxistina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan radigihîne ku balafirên rejîmê roja Yekşemê êrîşa bajarên Îrbîn, Harasta û Zamalke li derdora paytextê kirin.

Şer û pevçûn li Sûrîyê berdewam in herçende agirbest jibo cejna qurbanê hatîye ragihandin.

Hikûmet û rikeberî hevdu bi şikandina agirbestê tawanbar dikin.
XS
SM
MD
LG