Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraqê Balafireke Îranê Neçar Kir li Bexdayê Dakeve


Karbidestên Îraqê balafireke Îranî neçar kir ku li Bexdayê dakeve, li gor ajansa Associated Press.

Karbidestekê Îraqî got ku balafira barhilgir ber bi Sûrîyê diçû û Îraqê xwest piştrast bike ku çek di nav wê balafirê de nîne. Piştî lêkolînê, rê bi wê balafirê hate dan ku ber bi Sûrîyê biçe.

Ev cara duwê ye di vê mehê de ku Îraq bersîngê balafirên Îranî bigire.

Hejmareka karbidestên Amerîkî bi tundî Îraq rexne kir piştî eşkerebûna raportan ku xuya dikin Îran bi rêya Îraqê çekan digihîne rejîma Beşar El Esed li Sûrîyê.
XS
SM
MD
LG