Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahoza 'Sandy' û Kempeyna Hilbijartinên Amerîkayê


Obama çavdêrîya bahoza Sandy dike
Obama çavdêrîya bahoza Sandy dike
Parçeyên mezin ji berava rojhilata Amerîkayê rastî yek ji mezintirîn bahozan tê, tenê bêtirî hefteyekî berî ku hemwelatîyên Amerîkî dengdana serokatîyê û Kongirêsê pêk bînin. Wekî peyamnêrê Dengê Amerîka, Michael Bowman radigihîne, Bahoza Sandy bûye egera betalkirina çend kempeynên hilbijartinê û herwiha dibe ku bi milyonan hemwelatîyên Amerîkî bêy elektrîk bihêle li dema ku ew xwe jibo dengdanê amade dikin.
Bahoza Sandy bayên tund û baranên xurt ji herdu wîlayetên Carolina dikişîne heta New York’ê. Di rojên pêş de, dibe ku bandora bahozê ji herêmên navîna Atlantîk bigihêje Kanadayê. Li dema ku dezgehên ragihandinê yên Amerîkî bi reklamên siyasî berî hilbijartinan tijî bûne, xemeke demûdest jibo gelek dengdaran nuha peyda bûye.
Ev jin dibêje ku ev xemdar e derbarê vê bahozê. Ew herwiha dibêje ku reng e di şeş rojên li pêş de ew bê xwarin bimîne.
Tê çaverê kirin ku Sandy ligel du sîstemên bahoza zivistanê rast were, ku weke pisporên hewayê binav kirine, ewê bibe Super Bahoz ya li çarçoveya 1200 kîlometran bigire û ziyanê bigihîne nêzîkî 60 milyon rûniştvanî.

Serokê Amerîka Barack Obama û hevrikê wî yê Komarî Mitt Romney çend kempeynên xwe yên girîng li wîlayeta Virginia ya destguherok betal kirine, cihê ku dengdana pêşwext destpê kiriye. Senatorê Virginia yê Demokrat, Mark Warner jibo programa televizyonî ya Fox News Sunday axivî.

Senator Warner dibêje ku denganeke pêşwext ya bi zexim li Virginia tune ye, wekî ku li wîlayetên din dibe. Dê bahoz hinek şêlûpêl têxîne nav pêşbazîyê. Divîya bû ku ez roja Duşemê tevlî Serok Obama û Serokê berê Clinton bibim. Ev komcivîn hate betal kirin. Lê ez bawer dikim gelê Virginia amade ye ku berê xwe bide sindoqên dengdanê.

Karbidestên kempeyna Obama dibêjin ku baldana demûdest ya serok ew e ku hemû Amerîkî ji ber bahoza Sandy bi xêr û selamet bin. Cîgira rêvebirê Kempeyna Obama Stephanie Cutter li ser televizyona ABC axivî.

Cutter dibêje, helbet em hemû hêvî dikin ku encamên giran ji ber vê bahozê dernekevin jibo selametîya xelkê. Me hemû gavên pêşwext avêtine. Serokî du helkeftên kempeynê betal kir da ku karibe çavdêrîya rewşê bike. Lewra pêwîst e em bibînin ka ewê ev yek çawa derbas bibe.

Di hefteyên dawî de, berbijarê Komarî Mitt Romney di rawergirtinên li seranserî Amerîka û wîlayetên girîng de li pêşîya Obama ye. Senatorê Komarî yê Ohio Rob Portman ku encam li alî birêz Romney ye.

Portman dibêje, rawergirtin teng dibin, û enerjî û germbûn îsal li alîyê me ye.
Ev name herwiha ji alî Serokê berê yê Kongirêsê yê Komarî Newt Gingrich hate dubare kirin, ku li ser programa The Week ya televizyoa ABC derket.

Gingrich dibêje ku Komarî li wîlayeta Ohio pêşketin bidest xistine. Ez guman nakim ku Obama karibe Virginia bidest bixîne.

Tiştê ku kes nikare pêşbîn bike ew e bandora bahoza Sandy li ser daxwaz û vîna bi milyonan hemwelatîyên Amerîkî jibo dengdanê û çawa ew yek dê bandorê li ser encama hilbijartinê şeşê meha 11’ê bike.

Ji kerema xwe vê raporê bi dengê Sîrwan Qiçço guhdarî bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG