Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Bahoza Sandy, Rewşa Awarte li Amerîkayê Hate Ragihandin


Bahoza bi navê Sandy karbidestên federalî û xwecihî neçar kir ku rewşa awarte rabigihînin.

Sandy yek e ji bihêztirîn bahozan di dîroka Amerîkayê de ku ber bi kinara rojhilata welatî biçe.

Rewşa awarte li wîlayetên New York, Pennsylvania, Maryland, Virginia, North Carolina û Washington a paytext hate ragihandin.

Piranîya dibistan û zanîngehên wan wîlayetan hatîne girtin û xizmetên metro, trên û otombosan hatîne ragirtin.

Bahoza Sandy bû sedema mirina nêzîkî 60 kesan li welatên Kuba, Bahamas, Jamaîka û Haîtî.

Herdu kandîdên serokatîyê, serok Barack Obama yê Demokrat û birêz Mitt Romney yê Komarî, merasîmên kempeynên hilbijartinê hilweşandin.

Hilbjartina serokatîya Amerîkayê li roja 6’ê meha 11 birêve diçe.

XS
SM
MD
LG