Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dîyarbekirê Pevçûn Derket


Dîdevan dibêjin ku di navbera polîs û xwepêşanderên Kurd de li bajarê Dîyarbekirê pevçûn derket.

Ajansa Associated Press radigihîne ku bi hezaran kes di xwepêşandanekê de beşdar bûn û ber bi zîndana Dîyarbekirê çûn jibo piştgîrîya gireva birçîbûnê.

Bi sedan girtîyên Kurd dest bi gireva biçîbûnê kirin û daxwaza mafên zêdetir jibo Kurdan û başkirina rewşa rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan dikin.

Piranîya girtîyan bi gumana têkelî hebûn bi PKK’ê re di zîndanê de ne.
XS
SM
MD
LG