Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîyeke Dîrokî li Rojhilata Amerîkayê Nuqim Bû


HMS Bounty
Bahoza Sandy bû sedema nuqimbûna keştîyeke dîrokî li kinara wîlayeta North Carolina.

Keştîya bi navê HMS Bounty li gor keştîyeke sedsalîya 18’ê hatibû çêkirin û di fîlmên weke “Munity on the Bounty” li sala 1962’ê û “Pirates of Caribbean” beşdar bû.

Hêza Parêzvanên Kinaran ya Amerîkî 14 kesên di wê keştîyê de rizgar kirin, lê belê yek kes jiyana xwe ji dest da. Karbidest dibêjin ku kaptinê wê keştîyê winda bû.

Buhayê wê keştîyê 4 milyon û 600 hezar dollar bû.
XS
SM
MD
LG