Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Opozîsyona Kambodyayî: Divê Obama Pişikdarî li Hilcivîna li Kambodyayê Neke


Rêberê opozîsyonê li Kambodyayê Sam Rainsy
Rêberê opozîsyonê li Kambodyayê Sam Rainsy bang li Serokê Amerîka Barack Obama dike ku serdana xwe ya Phnom Pehn yan meha were jibo hilcivîna herêmî rawestîne.

Birêz Rainsy dibêje, ev serdan rewatîyê dide desthilatdarîya Serokwezîrê demdirêj Hun Sen.

Di goratekê de ku roja Çarşemê li rojnameya New York Times hate belav kirin, birêz Sam Rainsy rexne li hikûmeta Hun Sen kir, yê ku ji sala 1985’an de li ser desthilatê ye.

Rainsy wekî rikeberê serekî yê serokwezîr tê dîtin. Ew niha li sirgunê dijî, piştî ku jiber hîn tawanên sîyasî ji welêt revîyabû.

Rainsy dibêje ku Hun Sen hewil dide ku hilcivîna herêmê ya Komela Welatên Başûrê Rojhilata Asyayê, ku meha were pêk tê, bikar bîne jibo parastina rewabûna xwe berî hilbijartinên parlemanê yên sala were.

Rêberê opozîsyonê dixwaze civîna ku gelek rêberên cîhanê yên wekî Serok Obama pişikdarî lê dikin, ne li Kambodyayê, lê li welatekî din were kirin.

Sam Rainsy yê 63 salî herwiha da xuya kirin ku hevpeymanîya wî ya opozîsyonê, ku bi navê Partîya Rizgarîxwaz ya Netewî tê zanîn, dê beşdarî hilbijartinên Tîrmeha sala were nebe.

Rainsy got, ew red dike ku rengekî qanûnî bide van hilbijartinên sexte.
XS
SM
MD
LG