Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Pirtir ji 20 Leşker Kuştin


Serhildayên Sûrî îro Pêncşemê êrîs birin ser sê xalên kontrolê yên artêşê û 28 leşker kuştin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, êrîş li bajarê Idlibê ya nêzîkî tixubê Tirkîyê qewimîn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan herwiha ragihand ku di pevçûnan de 5 serhilda jî hatine kuştin.
Li ser van êrîşan, heta niha ji alîyê hikûmetê ve ti daxuyanî nehate dayîn.

Êrîşên îro piştî daxuyanîyên Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton tên. Xanim Clinton do Çarşemê gotibû ku hevdîtinên nû yên oposîzyonê ku li ber e hefteya were destpê bikin, rêbertîyeke nû ji Sûrîyê re bîne ku nûnertîya hemî welêt bike.
XS
SM
MD
LG