Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarên Rojhilata Amerîkayê Hewl Didin ji Bin Bandora Barova Sandy Rizgar Bin


Beşek ji sîstema metroyê li bajarê New Yorkê careke din vedibe, piştî ku jiber Barova Sandy di nav avê de mabû.

Desthilatdar dibêjin, 14 ji 23 xetên metroyê dê careke din werin vekirin li dema rewşa awarte ya jibo hatin-çûnê hîn li berdewam e.

Fermandarê wîlayeta New York Andrew Cuomo rewşa awarte ragihand di encama trafîka hatin-çûnê de li dema ku pirtir e xelk berê xwe didan navenda bajêr.

Ev ferman karê hemî sîstema hatin-çûnê li New Yorkê wekî metro û otobusan rojên Pêncşem û Înîyê disekinîne.

Li hemanê demê, xizmet careke din vedigere Firîngeha LaGuardia, yek ji sê balefirgehên sereke li devera New Yorkê ku ketin ber Barova Sandy. Herdu balefirgehên din yên John F. Kennedy û Newark roja Çarşemê careke din dest bi karê xwe kirin.

Hêjayî gotinê ye ku jiber Barova Sandy, pirtir ji 60 kesî li Bakurê Amerîkayê hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG