Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama peqînekê de bi Dehan Kes li Erebistana Saudî Hatin Kuştin


Dîdevan û karbidest dibêjen, qamyoneke şewitê li paytaxta Erebistana Saudî, Riyad îro Pêncşemê peqîya, piştî ku li parçeyên pirekê da.

Di encama peqînê de agir bi çend avahî û otomobîlan ket û bi kêmî ve 22 kes hatin kuştin û pirtir ji 110 kesên din jî birîndar bûn.

Jimara kuştîyên jiber peqînê ji ya demjimêrên pêşî zêdetir bûye, teqîna ku li rojhilata bajêr pêk hat. Piştî peqînê dûman bi asmanan ketibû.

Karbidestekî ewlekarîyê gote ajansa Associated Press ku bi kêmî ve 22 kes hatine kuştin û 111 kesên din jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyanîyên şahidan, ti gumanên demûdest derbarê girêdana vê êrîşê bi terorîstan ve nehatine kirin.

Karbidestan got ku tîmên hawarçûnê lêgerîna xwe temam nekirine û jimara heyî ya kuştîyan ne ya dawî ye.

Hemî karbidest û şahidan nexwestin navên xwe eşkere bikin, jiber ku destûr nebû ku ligel medyayê baxivin.
XS
SM
MD
LG