Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CIA Hewil Daye ku Dîplomatên Amerîkî ji Êrîşa Bîngazîyê Rizgar Bike


Karbidestên îstixbaratî yên Amerîkî hûrgilîyên êrîşa kujer ya 11’ê meha Îlonê ya ser konsulxaneya Amerîkî li Bengazî li Lîbyayê eşkere kirin, wekî bersîvdana tawanên dijî rêvebirîya Amerîkî ku nekarîye bi karîgerî rê li ber êrîşan bigire.

Karbidestên bilind yên îstixbaratî, ku nexwestin navê xwe eşkere bikin, roja Pêncşemê ji rojnamevanan re gotin ku tîmeke taybet ya CIAyê di nav 25 deqîqeyan de ji bingeha leşkerî derket ku here konsulxaneyê, piştî ku ew li ser rewşa awarte hatine agahdar kirin.

Lê, karbidest dibêjin ku endamên tîma 6 endamî dereng man û 25 deqîqe piştî êrîşê giheştin cîhê bûyerê, jiber ku hewila wan ya wergirtina çek û alîkarî ji hêzên Lîbyayî têk çû û herwiha dema ku nêzîkî konsulxaneyê bûne, ew bi xwe jî bûne armanca êrîşekê.

Li gorî tê ragihandin, tîma CIA’yê demjimêrekê piştî êrîşê li konsulxaneyê ma, heta ku hemî karmendan ji avahîyê derxîne û balyozê kuştî jî bibe nexweşxaneyekê nêzîk.

Wekî tê zanîn, di wê êrîşê de balyozê Amerîkî li Lîbyayê Chris Stevens û sê dîplomatên din hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG