Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civaka Navnetewî Kiryara Hovane ya Serhildayên Sûrî Şermezar Dikin


Leşkerên Sûrî yên înfazkirî
Li gorî ragihandina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan, herî kêm 28 leşkerên Sûrî di êrîşekê dijî xaleke ewlekarîyê de, do Pêncşemê ji alîyê serhildayan ve hatibûn kuştin.

Vîdyoyên ku di înternetê de têne belav kirin, nîşan didin ku piranîya leşkeran hatine kuştin, piştî ku ew bi saxî hatine girtin.

Jêderên bêalî nikanin wan dîmenana piştrast bikin, lê rêxistinên mafên mirovan bu tundî wê kiryarê şermezar dikin.

Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dibêje, ew vîdyo delîleke xurt e ku tawanên cengî têne kirin.

Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî, Amnesty International ji nav de, gelek rêxistinên mafên mirovan ew kiryar şermezar kir.

http://www.youtube.com/watch?v=23yJXffL1UI
XS
SM
MD
LG