Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rapirsîyan de Obama û Romney Wekhev in


Serokê Amerîka Barack Obama û hevrikê wî yê Komarî Mitt Romney di rapirsînên niştimanî de wekhev in, li dema ku kempeyna serokatîyê dikeve rojên xwe yên dawî.

Obama bi rêjeyeke biçûk li wîlayetên girîng li pêş Romney ye.

Herdu berbijaran li wîlayeta Ohio kempeyn kirin, li dema ku raporeke hikûmetê ragihand ku rêjeya bêkarîyê bûye 7.9 ji sedî, lê di heman demê de 171 hezar karên nû zêde bûne.

Her berbijarekî bi rengekî cuda ev zanyarîyên nû şirove dike. Serokî got ku kampanîyan li meha bihurî bêtir karker wergirtin ku mezintirîn rêje bû di heşt mehên dawî de.

Birêz Romney got ku rêjeya bêkarîyê “bîranîneke xemgîn e ku aborî li cihê xwe cemidî ye.”
XS
SM
MD
LG