Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîsa Cezayê Îdamê li Dijî Cîgirê Serokê Îraqê Hate Ragihandin


Tariq El Haşimî li Tirkîyê ye.
Dadgeheke Îraqî roja Yekşemê cezayê îdamê li dijî cîgirê serokê Îraqê yê Sunnî ragihand bi tawana handana kuştina Şîeyan.

Ev cara sêyemîn e ku cezaya îdamê li dijî Tariq El Haşimî bihête ragihandin.
Dadgehkirina Haşimî bêy amadebûna wî birêve çû.

Cîgirê serokê Îraqî li dawîya sala 2011’ê revîya Tirkîyê piştî hikûmeta bi rêberatîya Şîeyan Haşimî bi terorê tawanbar kir.

Haşimî bêgunehîya xwe radigihîne û dibêje ku serokwezîrê Şîe yê Îraqî Nûrî El Malikî jibo meremên sîyasî wî tawanbar dike.
XS
SM
MD
LG