Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Serhildayên Sûrî Bîrên Neftê Kontrol Dikin


Piştî sê rojên şer û pevçûnan serhildayên Sûrî roja Yekşemê şîyan bîrên neftê li rojhilata Sûrîyê kontrol bikin, li gorî çalakvanan.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan, bingeh li Brîtanyayê, ragihand ku serhildayan bîrên neftê yên El Werd li parêzgeha Dîr Ezzor, nêzîkî sînorê Îraqê, kontrol bikin.

Li pêş serhildanê, hinardeya nefta Sûrî di rojekê de 150,000 bermîl bû. Lê belê piştî serhildanê, Amerîka û Yekîtîya Ewropî embargoya neftê li dijî Sûrîyê ragihand.

Li sala 2010 bitenê, dahata hinardeya nefta Sûrî bo welatên Yekîtîya Ewropî 4 milyar û 400 milyon dollar bû.
XS
SM
MD
LG