Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzan Şêxmûs: Hemwelatîyên Sûrî li Hêvîya Encamên Hilbijartinên Amerîka ne


Protestoyeke Kurdên Sûrîyê
Protestoyeke Kurdên Sûrîyê
Li seranserî cîhanê, hilbijartinên serokatîya Amerîka têne şopandin. Li Sûrîyê jî, gelek xelk çaverê dikin ku piştî hilbijartinan, rêvebirîya Amerîkî ya nû karekî baş li Sûrîyê bike da ku xwînrijandin û kuştina li ser destê rejîma Esed rawestîne.

Di hevpeyvînekê ligel Dengê Amerîka de, rojnamevan Barzan Şêxmûs, ji bajarê Amûdê, dibêje ku xelkê Sûrîyê, bi Kurd û Ereb, li hêvîya encamên hilbijartinên serokatîya Amerîka ye, jiber ku guhertina rêvebirîya Amerîka dê bê guman guhertineke erênî li ser şoreşa Sûrîyê bike.

Birêz Şêxmûs herwiha dide zanîn ku piranîya Kurdên Sûrîyê dixwazin berbijarê Komarî Mitt Romney hilbijartinan bidest bixe, çûnkî, di nêrîna wê de, dîroka Rojhilata Navîn xuya dike Komarî pirtir alîkarîya gelên herêmê kirine.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klîk bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG