Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Kongirêsa Amerîka lidar in


Avahîya Kongirêsa Amerîkî
Avahîya Kongirêsa Amerîkî
Ji bilî hilbijartinên serokatîyê, dendgarên Amerîkayê li çend wîlayetan 33 senatorên nû jibo Kongirêsê hildibijêrin. Komarî pêdivî bo çar kursîyan hene da ku kontrola Kongirêsê ji Demokratan bistînin.
Li jêr, em çend ji pêşbazîyên girîng rêz dikin:

Indiana

Nûnerê Demokrat Joe Donnelly û yê Komarî Richar Mourdock pêşbazîyê dikin. Di destpêkê de Komarîyan çaverê dikirin ko serkeftinekê bidest bixin, lê rapirsîyên berî hilbijartinê diyar dikin ku têbînîyên kêşebar yên berbijarê Komarî derbarê destdirêjîya seksî û jiberbirina zarokan reng pêşketina wî ya hember Donnelly kêm kiribe.

Massachusetts

Elizabeth Warren ya Demokrat û Senatorê Komarî Scott Brown li hember hev in. Brown hewil daye ku xwe bigihîne jimareke mezin ji dengdaran. Wî herwiha Obama bikarî anîye di reklamên dijî Warren.

Virginia

Tim Kaine yê Demokrat û George Allen yê Komarî. Herdu berbijar fermandarên Virginia yên berê ne. Ew ketine nav pêşbazîyeke germ de li wîlayetekê ku dikare serokê nû yê welêt destnîşan bike.
XS
SM
MD
LG