Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Araş Salih: Petraeus Navbangê Amerîka Xirab kir


Di hevpeyvînekê de sebaret dest ji kar kêşana berpirsê Ajansa Zanyarîyên Navendî (CIA) David Petraeus, Araş Salih, xwendikarê zanistên sîyasî li zankoya wîlayeta New York got, jiber ku navbangê Petraeus gelek hebû û ew di dezgehek gelek hestyar de bû, şermezarîya wî karîgerîya xirab heye liser nav bangê Amerîka û hikumeta Serok Obama.
Petraues, ku generalekî karnişîn e, jiber têkelîyên dervey zewacê dest ji karê xwe berda. Li gorî raportên medyaya Amerîkî, Bîroya Lêkolîna Federalî (FBI) têkelîyên Petraues yên dervey zewacê eşkere kir.
Petraues roja Pêncşemê nameya dest ji kar berdanê pêşkeşî serok Barack Obama kir û serokî daxwaza wî qebûl kir. David Petraues generalekî çar stêr bû û li sala 2008’ê heta 2010'ê komandarê Komanda Navendî ya Amerîkî bû û berî hingî komandarê hêzên Amerîkî bû li Îraqê.
Hevpeyvin digel Araş Salih
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG