Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşenbîrên Kurd li Stenbolê Greva Birçîbûnê Dinirxînin


Rewşenbîr û hunermendên Kurd li Stenbolê, jibo Dengê Amerîka rewşa dawî ya grevên birçîbûnê nirxandin ku zêdeyî du mehan li du xwe hiştîye. Ew dibêjin, niha rewşa girtîyên Kurd yên bizavkarên grevê gihîştîye ber xetera mirinê û divê berî mirin çêbibin rêyek bê dîtin.

Nivîkar û Berpirsê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk, grevên birçîbûnê wek rêyeke masûmane ya berxwedanê ku li gelek deverên dinyayê pêk tê, rave kir. Birêz Çevîk got, jiber ku wan mirovan canê xwe daye ber mirinê, divê guhdarîya wan bê kirin.

Birêz Çevîk dibêje, ew wek mirov rêbeza greva birçîbûnê rast nabîne, lê divê li ser helwesta bizavkaran û îradeya wan her du alî jî inyadê nekin û li wan guhdarî bikin.

Hunermendê Kurd li Stenbolê Sîyabend jî jibo Dengê Amerîka dibêje, jiber ku gav mane ku mirin destpê bikin, divê ne tenê Kurd lê hemî mirovahî li dengê wijdana xwe xwedî derkeve.

Nivîskar Xurşîd Mîrzengî jî da zanîn ku pêdivî ye dewlet hîna ku mirin çênebûne, wan mirovan ji rewşa ku ketinê derxe û bi wan re rûne.
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG