Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lewend Husên: Tirbespî di Rewşeke Gelek Awarte de Dijî


Rewşa bajarên Kurdan li Sûrîyê aloz dibe piştî hêzên Artêşa Azad a Sûrîyê derbasî bajarê Serê Kanîyê bûn. Balafirên rejîmê Serê Kanîyê topbarankirin û di encam de 12 kes hatin kuştin, her wek ajansa Associated Press radigihîne.

Li gorî raportên nûçeyan, balafirên rejîma Sûrî roja Sêşemê jî êrîşa çend armancan kirin li bajarê Serê Kanîyê.

Herwiha Lewend Husên, serokê Yekîtîya Rojnamevanên Kurd li Sûrîyê, dibêje ku bajarê Tirbesipîyê jî roja Sêşemê di rewşeke gelek awarte de dijî.

Birêz Lewend, ku li bajarê Tirbespîyê bi Dengê Amerîka re axivî, got ku nuha çekdarên Yekîneyên Parstina Gel û çekdarên ser bi rejîma Sûrî bajarê Tirbespîyê kontrol dikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG