Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanekî Tirk li Sûrîyê Hate Azad Kirin


Parlemanterekî Tirk dibêje ku yek ji her du rojnamevanên girtî li Sûrîyê, ji alîyê kesên ew girtibûn hatiye azad kirin û ew dê vegere Tirkîyê. Ti nûçe derbarê rojnamevanê din tune ye.

Kamermanê Tirk Cunyet Unal û hevkarê wî Beşar Fehmî, ku hemwelatîyekê Urdunê ye, ji meha Tebaxa borî de winda bibûn. Dihate bawer kirin ku ew ji alîyê hêzên hikûmeta Sûrîyê ve hatibûn girtin. Her du rojnamevan ji televîzyona Hurra TV ya Amerîkî re kar dikirin.

Parlemanterê opozîsyonê Hasan Akgol roja Şemîyê got ku Unal li Şamê, paytaxta Sûrîyê ye û di heman rojê de ligel şanda Tirk ku azadkirina wî gotûbêj kiribûn, dê vegere Tirkîyê.

Ajansa Anadolu ya nûçeya ku ser bi hikûmeta Tirkîyê ve ye, li ser zarê Unal ragihand ku ew baş û “kêfxweş” e.
XS
SM
MD
LG