Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Balyozekî Sûrî Qebûl Dike


Serokê Fransî Francois Hollande û rêberê nû yê opozisyona Sûrî plan ragihandine jibo danîna balyozekî Sûrî yê nû ku nûnertîya Sûrîyê li Fransa bike.

Ev gav hate kirin piştî gotûbêjên roja Şemîyê li qesra serokatî li Parîsê di navbera Hollande û Moaz el Xetîb, serokê hevpeymanîya nû hatiye demzrandin ya opozisyona Sûrî de.

Frasna welatê Rojavayî yê bitenê ye ku bi fermî pênasîn bi vê grupê wekî nûnerê gelê Sûrîyê kiriye.

Balyozê nû Munzir Maxûs e, ku kesayetîyeke akademî ye û bi eslê xwe Elewî ye.
XS
SM
MD
LG