Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Besam Misfeta: Kombûna Hewlêrê ya ENKS Tiştekî Nû Pêşkêş Nekir


Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrî destpêka vê hefteyê li paytexta Herêma Kurdistana Îraqê, Hewlêrê, ligel Serokê Herêmê Mesûd Barzanî kom bû.

Di civînê de rewşa dawî ya deverên Kurdan li Sûrîyê hate gotûbêj kirin ligel pêketinên din li ser asta seranserî Sûrî.

Di vê derbarê de, rojnamevan Besam Misfeta dibêje ku kombûna Hewlêrê tiştekî nû û balkêş derbarê stratejîya Encûmena Kurd diyar nekir.

Birêz Misfeta herwiha got ku Barzanî dixwaze li ser wê yekê tekez bike ku girîng e aştîya sivîl li herêmên Kurdan li Sûrîyê were parastin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG