Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desthilatdarên Sûdanê Serokê Berê yê Îstixbaratê Welêt Girtin


Desthilatdarên Sûdanê dibêjin ku wan serekê berê yê îstixbaratê welêt binçav kirine, ligel çend kesên din ku qaşo dixwestin ewlekarîya Sûdanê têk bibin.

Wezîrê zanyarîyê yê Sûdanê roja Pêncşemê ev binçavkirin ragihand û got ku serekê berê yê îstixbaratê Salah Goş di nav tawanbaran de ye.

Wî got ku Goş û jimareke serbazên din yên leşkerî û îstixbaratî begumankirî ne ku destê wan di komployê de hebin.

Hin dîdevanan ji rojnamevanan re gotin ku tank û erebeyên leşkerên li kolanake serekî bi şevê li Xartûmê hatibûn dîtin.
XS
SM
MD
LG