Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

11 Kes li Nejîryayê Hatin Kuştin


Yek ji êrîşên li ser kenîseyan li Nejîryayê
Yek ji êrîşên li ser kenîseyan li Nejîryayê
Du êrîşbirên xwekuj girtin ser kenîseyekê li hundir bingeheke leşkerî li wîlayeta Kaduna li Nejîryayê, ku wekî devereke ne aram ya tundûtûjîya tayîfî û olî tête zanîn. Ajansa Reuters ya nûçeyan li ser zarê peyivdarekî leşkerî dibêje ku 11 kes di êrîşê de hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne.

Desthilatdar dibêjin ku otobusek diçû hundir Kenîseya St. Andrews ya Protestant li nav bingeheke leşkerî roja Yekşemê derdora nîvro, hema deh deqeyan berî ku êrîşbirekî din trimbêleke de ya Toyota Camry ji derve teqand.

Di emailekê de jibo rojnamevanan, rêvebirê Peywendîyên Giştî yên Artêşê, General Bola Koleoso got, ew hîn nikare jimara qurbanîyan tekez bike, lê kesên birîndar hatine rakirin bo du nexweşxaneyên cuda.

Teqîn li bajarokê Jaji pêk hat, ku nêzîkî 30 kîlometrî dûrî paytexta wîlayetê ye. Haruna dibêje, artêşê nuha ew dever girtiye. Tevî ku teqîn berî çend demjimêran pêk hatine, ew dibêje ku zanîn derbarê wan hîn kêm in.


Ti kesî berpirsîya êrîşê nexistiye stûyê xwe, lê rengê vê êrîşê wekî yên berê ye ku girêdayî grupa Îslamî ya mîlîtan ya Boko Haram bûn. Boko Haram dixwaze endamên wê yên zindankirî werin azadkirin û herwiha dixwaze qanûnên Îslamî pêk bîne.

Di sê salên dawî de, kuştina bêtir ji 1400 kesî ketiye stûyê Boko Haram. Rêxistina Îslamî kenîse, hêzên ewlekarîyê, dibistan, ofîsên hikûmetê, bazar, toreyên peywendîyan, rojname û navendên xwecihî yên Neteweyên Yekbûyî dike armanca êrîşên xwe.
XS
SM
MD
LG