Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malpera Taybet ya Nivîskarê Kurd Emerîkê Serdar Vebû


Çar rewşenbîrên girîng yên Kurdên Sovyetê berê bi hevre ne: Şeref Eşirî, Şakiroyê Mixoyî, Karlînê Çaçanî û Emerîkê Serdar
Çar rewşenbîrên girîng yên Kurdên Sovyetê berê bi hevre ne: Şeref Eşirî, Şakiroyê Mixoyî, Karlînê Çaçanî û Emerîkê Serdar
Nivîskarê Kurd, rojnemevanê Ermenîstanê yî emekdar, tercimeçî, krîtîkê edebyetê û şuxulkarê civakî Emerîkê Serdar anku bi navê wî yê fermî Emerîk Dewrêş Serdaryan li nav hemî Kurdan bi nav û deng e.

Camêr, xîzmetên dûr û dirêj sewa çand û zimanê Kurdî kirine û gelek berhemên hêja afirandine. Qîza wî Nûrê vê dawîyê malpereke taybet ji rewşenbîrê hêja re amade kirîye ku guhdar û xwendevanên me dikarin bi vê navnîşana serdana wê malperê bikin:

http://kd-amarikesardar.aidonor.com

Emerîkê Serdar, jibo rojnameya Rîya Teze jî xîzmeteke mezin kirîye ku rojnameya Kurdî ya herî jiyandirêj e. Wî, 15 salê wekî serokê rojnamê, bi giştî 42 salan di Rîya Teze de xebitîye. Serdar, xencî xebata xwe Rîya Teze, her wiha 3 salan, di Radyoya Yerevanê de jî kar kirîye.

Emerîkê Serdar ku serokê Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Ermenîstanê ye, xwedîyê gelek nivîsar û pûrtûkên hêja ye. Hinek jî afirandinên wî Destê dê, Şayîk Du Cara Kirin, Dengê Dil, Gundê Me, Hetanî kengî, Hisreta Emir û gelekên din.

Rewşenbîrê Kurd Emerîkê Serdar berî sê salan, ji alîyê Navenda Bîyografî ya Navnetewî (International Biography Center) ve, jiber kar û xîzmetên wî yên hêja û bihagiran hatibû xelat kirin. Serdar hejayî xelata “Profosyonelê Cîhanê ye Mezin yê sala 2009” hatibû dîtin ku her sal bo kesên herî serkeftî têne dayîn.

Kerem kin guh bidin hevpeyvîna hevkarê me Robîn Reşvan ya bi rêzdar Emerîkê Ser dar re ku derheqa jîyan û afirandinên wî û her wiha, rewşa medyaya Kurdî li Ermenîstanê hatîye kirin.

ftp://8475.ftp.storage.akadns.net/MediaAssets2/kurdi/2009_10/audio/mp3/kurdish_emerike_serdar_1oct09.mp3
XS
SM
MD
LG