Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Serdana Tirkîyê Dike


Serokê Rûsî Vladimir Putin roja Duşemê serdana Stenbolê dike û bi rêberên Tirk re kom dibe.

Sûrîye û têkelîya bazirganîya navbera Enqere û Moskow pirsên serekî yên civîna navbera rêberên Rûsya û Tirkîyê ne.

Dibe ku karbidestên Tirkîyê ji Rûsyayê bixwazin ku helwêsta xwe hemberî rejîma Beşar El Esed tund bike.

Lê belê tu nîşan nîne ku Kremlin dest ji hevalbenda xwe ya dawîyê li Rojhilata Navîn berde.

Tirkîye piştgîrîya opozisyona Sûrîyê dike û hevdem Rûsya piştgîrî dide rejîma Esed.
XS
SM
MD
LG