Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî 2 Taxên Paytaxt Şamê Bombebaran Dikin


Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên artêşê îro Înîyê du taxên derveyî paytaxt Şam bombebaran kirin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên mirovan dibêje, hêzên hikûmetê bi muşekan êrîş birin ser taxên Daraya û Modamîyah yên bin kontrola serhilayan.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên herwiha radigihîne ku hikûmeta Sûrî pirtir hêzên leşkerî dişîne wan deveran ku kontrola wê derê jinûve bigire destê xwe. Rêxistin xema xwe dîyar dike ku hikûmet dikare li ser sîvîlan êrîşeke berfireh destpê bike.

Nûnerê aştîyê yê Neteweyên Yekbûyî Lexdar Brahîmî do Pêncşemê gotibû ku Amerîka û Rûsya hevbîr in ku “divê çareserîyek were dîtin” da ku krîza li Sûrîyê bi dawî were.

Birêz Brahîmî do Pêncşemê ligel Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton û hevtayê wê yê Rûsî Sergei Lavrov, dema beştarbûna konferanseke mafên mirovan li paytaxa Îrlandayê Dublinê civîyabû.
XS
SM
MD
LG