Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îslamîyên Misirê Paşxistina Referandumê Red Dikin


Hevalbendîya partîyên Îslamî li Misirê daxwaza opozisyonê red dike jibo paşxistina referanduma niştîmanî ya taybet bi bernivîsa derstûrê welatî.

Berpirsê partîya Îxwan El Muslimîn Xeyrat El Şatir roja Şembî got ku divê referandum bêy guherînkarî di demê dîyarîkirî de birêve biçe.

Biryar e referandum li roja 15’ê vê mehê birêve biçe.

Li meha bihurî, serokê Misirî biryar da ku desthilatên herî zêde bigire destê xwe û komîteyeke piranî Îslamî bernivîsa destûrê nû yê welatî amade kir.

Ev du bûyer bûn sedema çêbûna xwepêşandanên mezin li seranserê Misirê û xwepêşandan nuha jî her berdewam in.
XS
SM
MD
LG