Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Misirê Erkê Parastina Ewlekarîyê Dide Artêşê


Tanka artêşa Misirê li şeqamên Qahîre.
Tanka artêşa Misirê li şeqamên Qahîre.
Serokê Îslamî yê Misirê Muhemed Mursî ferman da artêşê ku ewlekarî û bingehên hikûmet û dewletê biparêze heta piştî eşkerebûna encama referanduma 15’ê vê mehê.

Li gor wê fermanê, ku roja Yekşemê eşkere bû, Mursî mafê dide hêzên artêşê ku xelkên sivîl binçav bikin.

Mursî rijd e ku referanduma taybet bi destûrê nû yê welatî li dema dîyarîkirî birêve biçe, herçende opozisyona Misirê bi tundî dijatîya wê referandumê dike.

Bernivîsa destûrê nû yê Misirê ji layê komîteyeke piranî Îslamî ve hatîye amadekirin.
XS
SM
MD
LG