Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Erîşa Dibistanê Dile Me Şikand


Serok Barack Obama dibêje ku dile her dayîk û bavekê Amerîkî îro xemgîn e, piştî di êrîşeke çekdarî de li dibistaneka wîlayeta Connecticut 28 kes hatin kuştin, ku 20 ji wan zarok bûn.

Di gotarekê de roja Şembî, Serok Obama got divê pêngavên rijd bên avêtin jibo rêgirtin li trajedîyên din.

Roja Înîyê jî, Serok obama bi çavên tejî hêsir got ku dile me şikest bi mirina zarokan.
Li gorî dîdevanan, çekdarekî roja Înîyê êrîşa dibistaneke bajarê Newtown kir û zarok û mamoste gullebaran kirin.

Karbidest dibêjin ku navê çekdarî Adam Lanza ye. Çekdarî dayîka xwe li mala xwe kuşt û paşî çû dibistanê û komkujî kir. Piştî tawanê, çekdarî xwe kuşt.

XS
SM
MD
LG