Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hillary Clinton Rastî Hejîna Mejîyê Hat Piştî Bêhêş Ket


Hillary Clinton
Hillary Clinton
Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton rastî hejîna mêjîyê hat piştî li mala xwe bêhêş ket, li gorî Wezareta Derve ya Amerîkî.

Philippe Reines, cîgirê alîkarê wezîra derve, dibêje piştî ku Clinton tûsî vîrusa mîdeyê bû, ew bêhêş ket.

Reines dibêje ku Clinton li heftîya bihêt li mala xwe kar dike û bi berdewamî peywendîyê bi karbidestên wezareta derve û berpirsên din re dike.

Jiber nexweşîya xwe, Clinton serdana xwe ya heftîya bihurî bo Rojhilata Navîn û bakura Afrîkayê hilweşand.



Hillary Clinton:

- Li roja 26'ê meha 10, 1947 li dayîk bû.
- Li 11'ê meha 10, 1975 bi Bill Clinton re zewicî.
- Li sala 1993'ê heta 2001'ê xanima yekemîn ya Amerîkayê bû dema hevjînê wê serokê welatî bû.
- Li sala 2001'ê heta 2009'ê endama Civata Senatoran bû û nûneratîya wîlayeta New York dikir.
- Li sala 2009'ê heta îro wezîra derve ya Amerîkî ye.
XS
SM
MD
LG