Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Dibêje Sûrîye Dîsa Muşek Bikar Tîne


Sekreterê Giştî yê NATO Anders Fogh Rasmussen dibêje, hêzên Serokê Sûrî Beşar Esed li hindûrê Sûrîyê muşek bikar anîne.

Rasmussen dibêhe, hewlên wiha hovane nîşan dide ku rejîma Esed ber bi ruxandinê ye.

Waxtekî zûtir yê vê mehê Amerîka û NATO gotibûn ku hêzên Serokê Sûrî Beşar Esed muşekên Scud avêtine ser serhildayan, li nêzîkî bajarê Helebê ku şer û pevçûnên dijwar lê didomin.

Pisporên sîyasî dibêjin, muşekên Scud muşekên kurtavêj in û menzîla wan 500 heta 800 kîlomtere ne.

Sekreterê Giştî yê NATO Anders Fogh Rasmussen herwiha ragihand, karanîna muşekên Scud îsbat e ku endama NATO Tirkîyê, pêdivîya parastinê ye.

NATO biryar dabû ku sîstemên parastinê bişîne Tirkîyê ku wî welatî ji êrîşên muhtemel yên Sûrîyê û karanîna we ya çekên kîmyayî biparêze.
XS
SM
MD
LG