Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Krîza Sûrîyê Şerekî Mezhebî ye


Neteweyên Yekbûyî balê dikişîne ser jimara kuştîyên sîvîl li şerê nêzîk du salan yê Sûrîyê û dibêje ev şer rengekî mezhebî standîye.

Vêkolerên mafên mirovan yên NY di raporeke nû de dibêjin, vî şerî wêranbûneke mezin û êşeke giran jibo sîvîl li Sûrîyê anîye.

Raport herwiha dibêje ku rewşa mirovahî ji meha Îlona borî û vir ve zêde xirab bûye û jixwe binpêkirina mafên mirovan her berdewam e.

Rapora NY balê dikişîne ku tundûtûjî bi awayekî dramatîk li bajarên mezin wekî Şam û Helebê zêde bûye û herwisa êrîşên li ser deverên kultûrî pir bûne.

Lêkolerên rapora NY dibêjin, şerê di navbera hêzên hikûmetê û serhildayên ku dixwazin Serok Beşar Esed bixînin de bi eşkereyî bûye tayîfî.

Perçebûna herî mezin li Sûrîyê li navbera piranîya Sunîyan ku piştgirîya serhildayan dikin û kêmanîya Elewîyan ku piştgirîya hikûmeta Esed dikin.
XS
SM
MD
LG