Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîgir û Diberên Qanûna Bingehîn li Misirê li Kolan in


Polîsan li Misirê gaza îsotê li dijî xwenîşanderan li bajarê Îskenderîye yê bakur bikar anîn, di roja duduyan de ji dengdana li ser referandumeke qanûna bingehîn ya kêşebar.

Xwenîşanderên dijî destûrê û berevankarên Îslamî roja Înîyê kevir avêtin hev ku bû egera polîs gaza îsotê bikarî bîne da ku ji hev cihê bikin.

Li gorî tê zanîn heta nuha, ti kes di wan bûyeran de birîndar nebûye.

Bi hezaran hemwelatîyên Misirî demeke zûtir wê rojekê daketibûn kolanên bajarê Îskenderîya û bi al û sloganên xwe li seranser bajêr gerîyabûn.

Parêzkarên Îslamî banga xwenîşandanên mezin kiribûn, berî gera duduyan ya roja Şemîyê jibo dengdana li ser destûrê pêşnîyarkirî.

Tevgera Biratîya Misilman anku Îxwan el Mislimîn û hêzên Selefî piştgirîya vê gavê dikin.

Lê, endamên lîberal, sekuler û Krîstîyan yên opozîsyonê ditirsin ku destûra nû rê li ber azadîyên sîvîl bigire, jiber ku ew rola şerîeya Îslamî zêde dike û qet behsa mafên jinan nake.
XS
SM
MD
LG