Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî Qurbanîyên Êrîşa Newtowe Bîr Tînin


Serokê Amerîka Barack Obama û hemwelatîyên Amerîkî îro Înîyê demjimêr 9:30 yê sibê bi dema rojhilata Amerîka kêlîkeke bêdeng disekinin wekî rêzgirtin jibo wan qurbanîyên teqelêdana berî hefteyekê li bajarê Newtown yê wîlayeta Connecticut.

26 kes Înîya borî hatibûn kuştin, piştî kesekî bi navê Adam Lanza yê 20 salî teqe li dibistaneke qonaxa destpêkê kiribû. 20 ji qurbanîyan zarok bûn.

Vêkoler bawer dikin ku Lanza dîya xwe jî kuştibû, berî ku berê xwe bide dibistanê û li wir dawî li jîyana xwe jî anîbû. Desthilatdar hewil didin ku sedema kiryarê Lanza bizanin.

Ev teqelêdana mezin bû egera vebûna gotûbêjkirinê derbarê qedexekirina hilgirtina çekan. Do Pêncşemê, tîma Amerîkî ya federal jibo tundûtûjîya çekan kombûna xwe ya yekê pêk anî.

Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden gote wê komelê ku rêvebirîya Obama biryar daye ku çareyan jibo van hemû pirsgirêkên girêdayî mafên rahiştina çekan.
XS
SM
MD
LG