Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gera Dawî ya Referenduma Misirê Birêve Diçe


Welatîyên Misirê roja Şembî dengî didin, li gera dawî ya referanduma niştîmanî li ser li ser bernivîsa destûrê nû yê welatî ku ji layê Îslamîyan ve dihêtê piştgîrîkirin.

Dengdan roja Şembî li Eskenderîye û 12 parêzgehên din birêve diçe.

Gera yekemîn a dengdanê roja Şembî ya bihurî hate kirin û li gorî encamên ne fermî 57 ji sedê yê dengderan piştgîrîya xwe jibo destûrê nû dîyar kir.

Nerazîbûn hemberî destûrê nû her berdewam in û di tundûtûjîyên roja Înî de bi kêmî ve 20 kes birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG