Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Daxwaza Kristmiseke Xweş Bo Amerîkîyan Dike


Serokê Amerîka Barack Obama û hevjîna xwe, Michelle, roja Şemîyê daxwaza Krismisteke xweş jibo hemwelatîyên Amerîkî kirin û spasîya leşkerên Amerîkî û malbatên wan kirin jibo karê wan.

Di gotara xwe ya heftane de, Serokê Amerîka û xanima yekê ji Amerîkîyan xwestin ku ji hemû leşkerên Amerîkî re du’a bikin.

Malbata Serok Obama roja Şemîyê gihiştin bajarê Honolulu li wîlayeta Hawaii.
Malbata Obama ji berê de bînvedana Krismesê li Hawaii diqedînin, cihê ku serok Obama lê hatîye dunyayê û li wir mezin bûye.

Qesra Sipî dibêje, ti helkeftinên giştî di vê serdana Obama ya Hawaii de tune ne.
Serok dibêje, ew dê piştî Krismesê vegere Washington da ku alîkarîya gihiştina rêkeftineke serekî bike derbarê rewşa aborî ya welatî.
XS
SM
MD
LG