Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kim Jong Un Banga Pêşxistina Mûşekan Dike


Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un.
Serokê Koreya Bakur bang li pêşxistina pirtir a mûşekên bihêz dike, piştî tecrûbeya serkeftî ya mûşekeke dûravêj li hefteya bihurî.

Medyaya dewletê ya fermî roja Şemîyê ragihand ku Kim Jong Un di komcivîneke roja Înîyê de li Pyongyang banga pêşxistina rokêtên Koreya Bakur kir.

Amerîka, Koreya Başûr, Japon û çend hikûmetên din jî tecrûbeya mûşeka balîstîkî ya hefteya bihurî şermezar kirin, jiber ku li gorî bernivîsên Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî, qedexe ye Koreya Bakur çalakîyên ji vî rengî bikin.

Lê belê Koreya Bakur radigihîne ku mûşeka ji sê beşan pêk tê, cihê satellîteke çavdêrîya seqayê digire.
XS
SM
MD
LG