Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lexder Brahîmî ligel Esed Kom Dibe


Yek ji kombûnên kevin navbera Brahîmî û Esed
Yek ji kombûnên kevin navbera Brahîmî û Esed
Karbidestên firokxaneya Beryrûtê dibêjin, nûnerê navneteweyî jibo şerê navxweyî li Sûrîyê îro Yekşemê gihişte Beyrûtê û plan dike ku ji wir berê xwe bide Şamê da ku ligel Serokê Sûrî Beşar el Esed kom bibe.

Lexder Brahîmî, yê ku nûnertîya Neteweyên Yekbûyî û Komkara Ereb dike, gelek pêşketin derbarê peydakirina çareserîyekê jibo krîza Sûrîyê pêk nanîye. Ji dema ku li meha Îlonê wî ev post wergirtiye, wiha diyar e ku herdu aliyên nakokîyê naxwazin axaftinan bikin.

Rewşa ewlekarîyê li hundir Sûrîyê zêde xirab bûye, ligel ku hêzên serhildayan ku kontrola xwe li bakur welêt û li dora Şama paytext pirtir kirine. Serhildayên Sûrîyê herwiha destên xwe datînin ser jimareke bingehên leşkerî.

Ev deskeftinên serhildayan di serdana Brahîmî jî de xuya dike. Li şûna ku li firokxaneya Şama paytext dakeve, ew çû Beyrûtê û dê bi rîya otomobîlê were Şamê. Ji ber şerê li derdora firokxaneyê zehmet e ku xelk bi hêsanî biçin û bên.

Dema ku Brahîmî gihişte Beyrûtê, wî ti axaftinên giştî nekir.

Karbidestên ku nexwestin navê xwe eşkere bikin gotin, tê çaverê kirin birêz Brahîmî her li roja Yekşemê ligel wezîrê derve yê Sûrîyê bicive û roja Duşemê ligel Beşar Esed.
XS
SM
MD
LG