Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvanekî Misirî Serdana Îsraîlê Dike


Çalakvanekî Misirî di serdaneke ne asayî de jibo misyona aştîyê berê xwe dide Îsraîlê.

Çalakvanê bi navê Maikel Nebîl dibêje, Rojhilata Navîn têra xwe rastî tundûtûjîy hatiye.

Îsraîl û Misirê li sala 1979an peymaneke aştîyê îmze kirine, lê peywendîyên navbera herdu welatan sar man. Serdanên ji vî rengî jî kêm tên kirin.

Blogerê 26 salî dibêje, ew çûye Îsraîlê da ku bibe alîkar di têkilîyên navbera herdu welatan xweş de, piştî ku hinekî pûçtir bûn ji dema ku Serokê berê yê Misirê Hosnî Mubarek ji desthilatê hatiye avêtin. Tevgera Îxwan el Mislimîn ya Misirê ku desthilatdar e nuha, rikbera Îsraîlê ye.

Nebîl dibêje ku mirov ligel Filestînîyan be, nayê wê wateyê ku divê li dijî hebûna Îsraîlê be.
Serdana vî çalakvanê genc rexnegirtin ji aliyê çalakvanên din bi ser xwe da anî, ku dilê wan ser bi Filesîtîyan ve ye.
XS
SM
MD
LG