Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîseka Jin ya Afganî Şîretvanekê Amerîkî Kuşt


Karbidestên NATO û Afganî dibêjin ku polîseka jin ya Afganî li Kabul teqe li şîretvaneke Amerîkî kir û ew kuşt, di yekemîn bûyera kuştina bîyanîyan de ji layê jinekê ve.

Jineka polîs roja Duşemê li bingehê polîsî kontrakterekê sivîlê NATO'yê kuşt. Karbidestên Afganî dibêjin, wê jinê bi debançê teqe li şîretvanê Amerîkî kir.

Piştî wê bûyerê, ew jin hate girtin û lêkolîn bi wê re têne kirin.

Li gorî raportên medyayê, navê wê jinê Nêrgiz e û efsera polîsî ye li wezareta hundir ya Afganistanê.
XS
SM
MD
LG