Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Herêma Kurdistanê Hinardeya Neftê Rawestand”


Karbidestekê Kurd roja Sêşemê got ku Herêma Kurdistana Îraqê hinardeya nefê bo dervey welatî rawestand jiber nakokîyên li navbera Herêm û Bexdayê li ser perê xercîyên kompanyayên neftê, li gorî ajansa Associated Press.

Dibe ku ev birîyara Herêma Kurdistanê kêşeyên navbera Herêm û hikûmeta navendî ya Îraqê bi rêberatîya Nûrî El Malikî aloztir bike.

Li meha Nîsanê ya 2012'ê, Herêma Kurdistanê hinardeya neftê rawestand û ragihand ku Bexda perê xercîyên kompanyayên neftê nade. Li meha Tebaxê, Herêmê dîsa hinardeya neftê destpê kir wek nîşaneke niyazpakî. Ev bû sedem ku herdu alî lihev bikin û Bexda razî bû ku li meha Îlonê 848 milyon Dollaran bide kompanyayên neftê.

Lê belê Elî Husên Balo, şîretvanê wezareta derametên xwezayî ya Herêma Kurdistanê, dibêje ku Bexdayê bitenê 550 milyon dollar dan û perê din neda. Ev bû sedem ku Herêma Kurdistanê hinardeya neftê rawestîne, li gorî Associated Press.
XS
SM
MD
LG