Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Rûsyayê Qanûnek Pejirand ku Nahêle Amerîkî Zarokên Rûs Xudan Bikin


Civata jorîn ya parlemana Rûsyayê bi piranî qanûnek pejirand ku rê li ber Amerîkîyan digire zarokên Rûs xudan bikin.

Her 143 endamên amadebûyî yên Civata Ferderasyona Rûsya roja Çarşemê deng jibo piştgirîya qanûnê dan, ku nuha jibo îmzakirinê diçe ber destê Serok Vladimir Putin.

Ev qanûn xudankirina zarokên Rûs ji alîyê malbatên Amerîkî qedexe dike û dawî li rêkeftinên dualî yên wergirtina zaroên Rûsî di navbera her du welatan tine.

Qanûn herwiha rê li ber kompanîyên Amerîkî ydigire ku zarokên Rûsî werdigirin û didin malbatên Amerîkî.

Qanûna nû wekî tolhildan li hember qanûneke Amerîkî tê dîtin.

Qanûna Magnitsky ya Amerîkî qedexekirina vîzayê û cezayên diravî li ser hinek karbidestên Rûs ferz dike, ewên ku bi binpêkirina mafên mirovan tên tawanbar kirin.
XS
SM
MD
LG