Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Hîndistanê Qurbanîya Destdirêjîya Seksî jibo Dermankirinê Şand Sîngapor’ê


Hikûmeta Hîndistanê jina ku demeke zûtir ya vê mehê li New Delhi bibû qurbana destdirêjîya seksî, jibo dermankirinê şand Sîngapor’ê.

Hikûmet herwiha soz dide ku girîngî bide arîşeya ewlekarîya jinan.

Xanima 23 salî roja Pêncşemê giheşte Nexweşxaneya Mount Elizabeth li Sîngapor’ê.
B.D. Athani, rêvebirê saxlemîyê li nexweşxaneya Hindî ku ev xanim lê hatibû dermankirin, got ku ew berê rastî sê emelîyatan hatîye, lê rewşa wê hîn di xeterê de ye.

Dr. Athani dibêje, li ser bingeha şîretên tîma bijîşkan, hikûmeta Hîndistanê amadekarî kirîye da ku xanimê biguhêze nexweşxaneyeke pêşketî û navdar da ku prosesa dermankirinê careke din destpê bike.

Athani da zanîn ku îhtîmal e prosesa dermankirinê çend hefteyan berdewam bike.
Di 16’ê vê mehê de jina Hîndî di otobusekî de bû, dema çend mêran êrîşî wê kirin û dest avêtinê.

Polîsan 6 êrîşbirên berguman girtine ku bi destdirêjîya seksî û bizava kuştinê hatine tawanbar kirin.
XS
SM
MD
LG